Folklor u Edebiyata Geleri
Yazar:Necat Keskin
Yaklaşık 1-3 iş gününde temin
Bu kitapta 344 Nobel Puan kazanın
Sepet tutarı 1000 ₺ ve üzeri
siparişlerinizde kargo ücretsiz!
Kitap Hakkında
Xebata Necat Keskin a bi navê “Folklor û Edebiyata Gelêrî” derket. Folklor wek çanda nenivîsandî ya gelekî an jî herêmekê qadeke zêde berifereh e. Gelek sehayên folklorê hene ku lêkolînerên qadê hê ji destpêka avakirina vê disîplînê ve bi dabeşkirina van sehayan re mijûl dibin û yek ji wan sehayên girîng jî edebiyata gelêrî ye. Wek disîplîneke zanistî dîroka folklorê digihîje 140 sal berê, lê berî wê jî xebatên di vî warî de hene. Lêkolîn û lêgerînên derbarê folklor û edebiyata gelêrî bêhtir di bin bandora pêla romantîzmê de di dawiya sedsala 18an de xuya dibin û dîsa bi bandora vê pêlê li seranserê cîhanê belav dibin. Bi demê re jî ev xebat, lêkolîn û lêgerîn wek disîplîneke serbixwe ya zanistî bi encam dibin ku nêrînên cuda, polînkirina sehayên disîplînê jî bi xwe re tînin. Mînakên xebatên folklora kurdî yên ku bi bandora vê pêlê ve bên girêdan di serê sedsala 20an de tên dîtin û ew jî bêhtir mînakên edebiyata gelêrî ne. Dikare bê gotin ku xebatên heta îro hatine kirin jî bêhtir di vê çarçoveyê de ne. Herçiqasî di salên dawî de hinek hewldan hebin jî, belkî têkildarî rewşa kurdan ya giştî û ya xebatên kurdî, ev xebat negihîştine asta disîplîneke serbixwe. An jî di kurdî de xebatên bi vî rengî gelekî kêm in.
Loma îro pêwîstiya xebatên folklor û edebiyata gelêrî ya kurdî bi xebatên di çarçoveya akademîk de hene û Folklor û Edebiyata Gelêrî jî ji vê pêwistiyê derketiye meydanê. Di vê xebatê de bi giştî wek disîplînekê folklor, tevî dîrok û sehayên wê; edebiyata gelêrî li gel binbeşên wê û herweha dîroka folklora kurdî; ceribandinên sehayên folklora kurdî û edebiyata gelêrî ya kurdî li gel mînakan dikare bê dîtin. Hêvî ew e ku ji aliyekî ve bibe alîkar ji bo xwendekar û eleqedarên folklor û edebiyata gelêrî ya kurdî û ji aliyê din ve jî rê li ber niqaş û xebatên nû veke.
Benzer ürünler
Bu kitaba yakın başlık ve konularda öne çıkanlar; kategori ve yayınevine göre de sıralanır — keşfetmeniz için seçildi.

Edebiyata Kurdi ya Geleri
Ariya Toprak, Azad Aslan, Bedran Hikmet, Bünyamin Demir, Kadri Yıldırım, Michael L. Chyet, Ramazan Pertev, Reşo Zilan, Ruken Çalıştıran, Sedat Ulugana, Shahab Vali

Zana ü Rewşenbir Evdırehim Rehmi Hekkari
Necat Zivingi

Şewq u Payiz
Fatma Savcı

Strana Şev u Rojeke
Ciwanmerd Kulek

Pira Navbera Axreşke u Şexan
Bro Omeri

Evdo u Çend Behniken Şadiye
Fawaz Husen

Ew Jin ü Mere Bi Maske
Suzan Samancı

Tolstoy - U Ronahi Di Tariye De Dibiriqe
Stefan Zweig

Sterken Edebiyata Kurdi
Necat Zivingi

Edebiyata Devki u Sosyalizasyon
Şerefxan Cıziri

Çiroken Geleri
M. Xalıd Sadıni

Cureyen Edebiyata Geleri ji Derdora Merdine
Zerka Zera
Necat Keskin — diğer kitapları
Aynı yazara ait diğer eserler; çok satanlar öne alındı.






