Sitemiz hakkında görüşlerinizi bildirmek ister misiniz?
Sitemizi değerlendiriniz
Görüş ve Önerileriniz
kapat
Sepetinizdeki tüm ürünler silinecek. Onaylıyor musunuz?
Toplam Tutar0,00₺
Sepete Git

Siltan Selaheddine Eyyubi

Avesta Yayınları
0 Yorum

Barkod
9789944382427
ISBN
978-994-438-242-7
Sayfa Sayısı
111 Sayfa
Ürün Ebatı
13 x 20 (cm)
Dil
,
Cilt Durumu
Ciltsiz
Baskı Sayısı
1
Basım Yılı
.2008
Kitap Boyutu
Normal Boy
Yazarlar

Favorilere Ekle
Paylaş

%23
indirim
90,00
69,30
Kazanılan Puan: 207 NP Yaklaşık 1-3 iş gününde temin 17,33₺'den başlayan taksit avantajı
Sepet tutarı 500₺ ve üzeri olan siparişlerinizde kargo ücretsiz
Kargo ödeyen kitaplardan birini sepetine ekle tüm siparişin ücretsiz kargo olsun.
Kargo ödeyen kitaplar için tıklayın.
Kitap Hakkında
Ödeme Seçenekleri
Yorumlar

Resmên cihê yên Selaheddîn

Avesta, çend kitêbên cihê li ser Selaheddînê Eyyûbî, navdartirîn kurdê tarîxê, diweşîne. Weşanxane diyar dike ku, armanca sereke ya çapkirina van kitêban ku hin jê bi zimanê tirkî ne, lê giraniya wan bi kurdî ye, ew e ku nîqaşên li ser Selaheddîn di çarçoveyeke ilmî de bibin, ev kitêb rê li ber şîrove û xwendinên nû vekin. Kitêba yekem a Îbn Xelikan e ku yek ji kitêbê herî kevn û girîng a li ser Selaheddîn. Kitêbên Minorsky û Boris James û romana nivîskarê norwecî Thorvald Steen, a li ser Selaheddîn "Babelîsk" di dorê de ne. Çapa nû a "Selaheddin'in Mirası" tê amadekirin.

Kitêbeke herî kevn a li ser Selaheddîn

Selaheddîn yek ji girîngtirîn mirovê tarîxa dinyayê ye. Ev fikra muşterek a gelek zana û pisporên rojhilat û rojavayî ye. Mohra xwe li mîlenyumê daye. Tevî ku di ser dema wî re 800 sal derbas bûye jî, li dinyayê û Kurdistanê hê jî pir aktuel e. Li dinya modern, bi taybetî di lîteratura ewrûpî de gelek nîqaş li ser tên kirin, bi sedan kitêb û nivîs tên nivîsandin, pêşengeh û albûm çêdibin. Dinya, wî bi şêweyên nû û cihê dixwîne, tarîf dike.

Li Kurdistanê, di nav milletê xwe de jî tim û tim aktuel bûye. Vêga jî ne tenê li unîversîte, derûdorên xwenda, li civateke gundekî çiyan jî meriv dikare rastî nîqaşên pir balkêş bê.

Selaheddîn, di nav milletekî ku 'li derveyî tarîxê', tarîx bi xwe ye. Di ber şûrê wî yê 'îslamê' re, di bin xeftanê wî de xencereke kurdî ya zîvîn hebûye. 'Misilmanan' ew xencer dît, guh nedan şûr, em wî şûrî dibînin, li xencera zîvîn napirsin. Ew xencera ku şûr ko kir, li Qudsê rê li ber toleransê vekir.

Kitêba Îbn Xelikan yek ji kitêbên herî kevn û biyografiyek girîng a Selaheddînê Eyyûbî ye.

Bi weşandina kitêb û materyalên li ser Selaheddîn bi kurdî û tirkî, em dixwazin li ser bingeheke ilmî ev nîqaş bên kirin. Kitêba yekem a Îbn Xelikan ku yek ji kitêbê herî kevn û girîng a li ser Selaheddîn e em dest pê dikin. Kitêbên Minorsky û Boris James û romana nivîskarê norwecî Thorvald Steen, a li ser Selaheddîn "Babelîsk" di dorê de ne. Çapa nû a "Selaheddin'in Mirası" tê amadekirin.

Di gelek nîqaşên li ser Selaheddîn û dema wî de, behs dibe ku, herçiqas ne di ma'neya îro de jî be, dîsa tu statuya kurdan nebû. Kurd tenê esker bûn. Herweha ciyekî ziman û kultura kurdî jî nebûye. Tişta balkêş ew e ku piştî Selaheddîn bi sedan salan jî dîsa ew rewş nehatiye guhertin. Hê jî bi kurdî, mebesta min kurdiya Bakur e, ne lîteraturek, kitêbek berbiçav li ser Selaheddîn tune. Ne tenê di vê mijarê de bi giştî jimara lêkolînên muteber, werger an telîf, di kurdî de ji tiliyên destekî ne zêdetir in. Heta kurdî di hemû qadê jiyanê de, bi her şêweyî neyê bikaranîn, wê di bin talûke û tehdîdê be. Yek ji armancên herî girîng a van lêkolînan ew e ku kurdî bibe zimanê fikrî, platformek nîqaşê çêbibe, bi "zimanê malê." Ji bo ku kurdî bibe xwedî statuyek, divê pêşî kurdîaxêv wê qîmet û girîngiyê pê bidin.

Lêkolînên ku ji zimanê eslî tên wergerandin, eger karibin piçekî jî rê li ber merhaleyeke nû vekin, armanca weşana wan wê pêk were. Xwediyê van kitêban tenê xwendevan in. Hêza xwendevanekî têgihiştî ji hêza rêxistin û partiyan mezintir û zêdetir e, ji a hikûmet û dewletan jî ne kêmtir e. Ew hêz û bawerî ye ku ev kultur û ziman gihandiye îro. Em bi hêvî ne ku xwendevanê kurdî, perdeyeke tenêtî û jibîrkirinê nakişîne ser van xebatan.

Taksitli alışveriş için sipariş tutarınız 50₺ ve üzerinde olmalıdır.
Taksit Sayısı Aylık Tutar(₺) Toplam Tutar(₺)
Peşin69,30 ₺69,30 ₺
2 Taksit34,65 ₺69,30 ₺
3 Taksit23,10 ₺69,30 ₺
4 Taksit17,33 ₺69,30 ₺
Taksit Sayısı Aylık Tutar(₺) Toplam Tutar(₺)
Peşin69,30 ₺69,30 ₺
2 Taksit34,65 ₺69,30 ₺
3 Taksit23,10 ₺69,30 ₺
4 Taksit17,33 ₺69,30 ₺
Taksit Sayısı Aylık Tutar(₺) Toplam Tutar(₺)
Peşin69,30 ₺69,30 ₺
2 Taksit34,65 ₺69,30 ₺
3 Taksit23,10 ₺69,30 ₺
4 Taksit17,33 ₺69,30 ₺
Taksit Sayısı Aylık Tutar(₺) Toplam Tutar(₺)
Peşin69,30 ₺69,30 ₺
2 Taksit34,65 ₺69,30 ₺
3 Taksit23,10 ₺69,30 ₺
4 Taksit17,33 ₺69,30 ₺
Taksit Sayısı Aylık Tutar(₺) Toplam Tutar(₺)
Peşin69,30 ₺69,30 ₺
Taksit Sayısı Aylık Tutar(₺) Toplam Tutar(₺)
Peşin69,30 ₺69,30 ₺
Kampanyalarımızdan haberdar olmak için bültenimize kayıt olabilirsiniz.
Nobel Akademik Yayıncılık Eğitim Danışmanlık Tic. Ltd. Şti. Kültür Mah. Mithatpaşa Cad. No : 74 B- 01/02 Kızılay / Çankaya / Ankara
    2022 Copyright ©nobelkitap.com
    Tüm hakları saklıdır | Kredi kartı bilgileriniz 256Bit SSL sertifikası ile güvende.
  • Troy
  • Card Finans
  • Word Card
  • Bonus Card
  • Maximum Kart
  • PTT
  • Havale
  • Master Card
  • Visa Card
Mesajınızı Bırakın

Mesajınız iletildi

En kısa sürede size dönüş yapılacaktır

x
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler konumlandırmaktayız.
Çerez Politikamız