Tükendi
Tüm Kategoriler
Tüm Kategoriler
2019 KPSS Kitapları
Akademik
Aksesuar
Bilgisayar
Bilim - Mühendislik
Biyoloji
Çevre Yer Bilimleri
Çocuk Kitapları
Edebiyat
Eğitim
Ekonomi
Felsefe
Genel Konular
Gezi ve Rehber Kitapları
Hobi
Hukuk
İnanç Kitapları - Mitolojiler
İnsan ve Toplum
İslam
Müzik
Periyodik Yayınlar
Politika Siyaset
Psikoloji
Sağlık
Sanat
Sosyoloji
Tarih
Yabancı Dilde Kitaplar
Yemek Kitapları
ŞEREFNAME (  )
Şerefname
ŞEREFNAME (  )
Barkod
: 9789944382076
Basım Yılı
:
Basım Dili
: Türkçe
Ebatı
: 13.5 x 20 (cm)
Sayfa Sayısı
: 694
Cilt Durumu
: Ciltli
Boyut
: Normal Boy
Yaklaşık 3-5 iş günü temin
%25 İNDİRİM
Liste Fiyatı
50,93
İndirimli Fiyatı
38,20
Kazanılan Puan
115 NP
Bu kitabı 6,37 ₺'den başlayan taksitlerle satın alabilirsiniz.
Kategoriler
Bu ürünü 271 kişi görüntüledi.
Kitap Tanıtımı

Şerefname -Dîroka Kurdistanê ya Qedîm- kitêbek e ku dîrok û serpêhatiyên ji dema kevin heta sala 1597ê zayînî ya malbat ûmîrekiyên Kurdan e ku ji aliyê mîrê Bedlîsê Mîr Şeref Xan ve hatiye nivîsandin. Bavê Mîr Şeref Xan, Mîr Şemseddîn, di sala 1536-37an de, ji ber hinek bûyerên di navbera wî û ulame de
qewimîn, ji aliyê sultanê Osmanî ve ji ser mîrekiya Bedlîsê hat rakirin û ew jî bi 600-700 malbatên Bedlîsê re koçî nav erdê Sefewiyan kir û xwe avêt seraya Şah Tehmasb. Ew li bajarê Qumê hat bicihkirin û ji aliyê Şah Tehmasb ve di rêza şah û sultan de hat girtin û qedrekî mezin jê re hat dayîn û li wir jî zewicî. Ji vê zewacê, di sala 1543yê zayînî de Mîr Şeref Xan çêbû.

Mîr Şeref Xan, di seraya Şah Tehmasb de bi zarokên Şah û serayê re perwerdeya xwe temam kir. Gelek dersên cihê xwendin, ji van ya herî balkêş jî dersa neqaşî û wênekêşiyê ye. Di gelek eyaletên Sefewiyan de walîtî kir û di karê birêvebiriya îdareya Sefewiyan de beşdar bû. Dema li Îranê, bi hîs û ruhiyeta ku Kurd jî xwedî dîrok in û serpêhatî û bûyerên malbat û mîrekiyên kurdan winda nebin, dest bi berhevkirina zanyarî û agahdariyên derbarê wan de dike. Pişt re, di sala 1579ê de, bi navberiya Xusrew Paşa, ji aliyê Sultan Muradê Osmanî ve, Mîrêmîrekiya Kurdistanê jê re tê dayîn û bi malbatên Bedlîsî yên pê re vedigere Bedlîsê. Piştî vê vegerê, dest bi nivîsandina Şerefnameyê dike û di sala 1597ê zayînî (1005ê koçî) de cilda yekê ya Şerefnameyê temam dike.

Berî ku dest bi nivîsandinê bike, naverokek ji mijarên ku dê li ser binivîse çêdike û li gor vê karê xwe dimeşîne. Ev naveroka kitêbê jî, li gor rewşa îdarî û serwerî ya ew malbat û mîrekiyên di derbarê wan de nivîsandiye bûye. Wan malbat û mîrekiyan dike sê sefhe û temamê kitêbê jî dike çar sefhe. Sefhe jî dibin beş û qisim. Şeref Xan dibêje: “Sefheya yekê di derbarê serpêhatiyên fermanrewayên mezin ên Kurdistanê de ne ku alaya saltanat û serxwebûniyê bilind kirine û dîroknivîsan ew di rêza sultanan de hesibandine. “ Ji bo sefheya duduyan jî dibêje: “Di derbarê serpêhatiyên fermanrewayên mezin ên Kurdistanê de ne ku her çendîn negihîştine dereceya serxwebûniyek temam, bi xwe jî xwe hukumdar nehesibandine, lê di serbestî û azadiyê de gihîştine dereceyek wisa ku hinek ji wan li ser navê xwe sikke lêdane. . .

“ Ji sefheya sisiyan re jî dibêje: “Di derbarê hinek mîr û fermanrewayên din ên Kurdistanê de ne. Sefheya dawiyê û ya çaran jî di derbarê mîrekiya bav û kalên xwe ya Bedlîsê de nivîsandiye. Şeref Xan, yekem kes e ku sînorê Kurdistanê yê coxrafîk kêşaye û bi awayekî vekirî daye xuyakirin. Dîsa yekem kes e ku bi awayekî zelal behsa qewmiyetê, hîs û ruhê kurdayetiyê kiriye. Ji bo ku Şeref Xan di seraya Şah Tehmasb de dersê neqaşiyê xwendiye, di dema nivîsa Şerefnameyê de, li ser hinek bûyerên dîrokî wekî nivîskî tişt negotine, lê wan di rûpelên ew mijar derbas dibin de, wekî minyatûr teswîr û îzah kirine. Ji ber vê, di cilda yekê ya Şerefnameyê de bîst û di cilda Şerefnameyê ya duduyan, ya li ser dîroka Osmanî, Îran û Turanê nivîsandiye de jî çar tabloyên mînyatûr ên di derbarê dîroka Osmaniyan de çêkirine, hene. Her yek ji van tabloyan bûyerek dîrokî teswîr dikin. Ew bi hosteyî hatine çêkirin, di nav emsalên xwe de tek in û nirx û bihayê wan layiqê meth û şanaziyê ne. Ev mînyatur, di nusxeya Şerefnameyê ya yekem a bi destxeta Şeref Xan bi xwe hatî nivîsandin de ne. Ev nusxe li Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê ye. Kitêbxaneyê, ji bo agahdariya li ser vê nusxeyê wiha nivîsandiye: “Ev Nusxeya berdest, berztirîn nusxeya Şerefnameyê ye ku ew jî di saya destxeta Şeref Xan bi xwe de ye ku destnivîsê temam kiriye. . .

Ürünü Oyla:
Tüm yorumlar listeleniyor
Sırala: